ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN

  • rojane
  • 09:00 30 Tîrmeh 2023
  • |
img

* Ciwanên ku li Rûbarokê leşkeran li wan xistibû, diyar kirin ku tahdeya dewletê li gundên wan veguheriye tiştekî kêfî û gotin: "Heke gundî xwe negihandana me, dê leşkeran em bikuştana." 

 
* Gola Çalyanê ya li zozanên Feraşînê, bi hişmetiya xwe efsûnê li serdêrên xwe dike. 
 
* Li Wanê panela bi sernavê “Peymana qirkirina sedsalî: Lozan” dê bê lidarxistin. (16.00)
 
* HDK têkildarî salvegera 100'emîn a Peymana Lozanê dê li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a li Şîşliyê panela bi sernavê "Di Sedsaliya Lozanê de: Muhasebe û Derfet" li dar bixe. (11.00-17-00)
 
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî şewatên li Çiyayê Cûdî û Licê dê li Parka Xezal a li semta Ofîsê daxuyaniya çapemeniyê li dar bixe. (17.30)
 
* Ferdên malbata Dedeogûllari yên li Konyayê di 30’ê tîrmeha 2021’an de li navçeya Merama Konyayê di êrişek nijadperest de hatin qetilkirin, dê li ser gora xwe bên bibîranîn. (10.00)