Êrişî Tirbespiyê hat kirin: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

  • rojane
  • 22:55 27 Tîrmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di êrîşa dewleta Tirk a li ser Tirbespiyê de 3 kesan jiyana xwe ji dest daye. 
 
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku di êrişa li ser rêya di navbera gundê Xezne û bajarokê Til Merûfê de 3 kes şehîd bûne û 2 kesên din birîndar bûne.
 
Navendê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin: “Di berdewamiya êrîşên Tirkiye li ser deverên me, îro 27`ê Tîrmehê, balafirên bêmirov ên dagirkeriya Tirk 2 wesayît li ser rêya di navbera gundê Xezne û bajarokê Til Merufê kirin armanc. Di encamê de 3 kes şehîd bûn û 2 din jî birîndar bûn.”
 
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê da zanîn ku dê demên pêş de agahiyên berfireh der barê êrîş parve bike.