ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2023'YAN

  • rojane
  • 09:00 27 Tîrmeh 2023
  • |
img
 
 
* Pira ku Şaredariya Cizîrê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin 3 caran ew daye ber îhaleyê û 2 caran hatiye revîzekirin û 104 milyon lîre lê hatiye xerckirin, hê jî temam nebûye. 
 
* Betul Kubra Savci ku li navçeya Sûrê atolyeya hunera vîtrayê vekiriye, got: "Em bi perwerdehiyê dikarin vê hunerê bidomînin." 
 
* Li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 12 salan de 49 caran serî li CPT'yê hatiye dayîn. Lê CPT xwe li ker û lalîtiyê daniye. 
 
* Hevserokê HDP’a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz diyar kir ku wan ji civînên gel ên ku bi dawî kirine encamên erênî wergirtine û got ku ew ê di pêvajoya biryardayînê de bi gel re biaxivin û derbasî pêvajoyeke xurt bibin. 
 
* Danişîna yekem ya 5 kesên ji Herêma Federa ya Kurdistanê hatine Nisêbîne û li wir di encama êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dane, dê 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Merdînê were Dîtin. (10.00)
 
* Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar li pêşiya Wezareta Dadê daye destpêkirin, di roja 2'yemîn de dê berdewam bike. 12.30)
 
* DÎSK û Genel -Îş, dê têkildarî zemên hatine kirin, li Amed û Stenbolê daxuyanî bidin. (17.30)