Parlamenteran bi armanca piştevaniyê serdana MA’yê û JINNEWS’ê kirin

  • rojane
  • 11:35 26 Tîrmeh 2023
  • |
img
ENQERE - Parlamenterên Partiya Çepên Kesk bi armanca piştevaniyê serdana MA’yê û JINNEWS’ê kirin. 
 
Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Newroz Ûysal, Dîlan Kunt û Alî Bozan bi armanca piştevaniyê serdana buroya Ajansa Mezopotamya (MA) a Enqereyê ku duh nûçegihanê MA’yê Firat Can Arslan hatibû girtin û JINNEWS’ê kirin. Rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol, nûçegihanên MA’yê û JINNEWS’ê pêşwazî li şandeya parlamenteran kirin. 
 
Şandeyê di serdanê de diyar kir ku bi taybetî îktidar zextan li nûçegihanên MA’yê û JINNEWS’ê û rojnamevanên ku ne alîgirên îktidarê ne dike û zext, binçavkirin û girtin êdî bi awayek sîstematîk didome. Şandeyê got li dijî her cure zextan jî rojnamevan nûçeyan çêdikin û civakê agahdar dikin. 
 
Aykol û nûçegihanên MA’yê û JINNEWS’ê jî spasiya şandeyê kirin û ji ber serdanê kêfxweşiya xwe anîn ziman.