Li Nisêbînê polîsan avêt ser malekê: Kesekî jiyana xwe ji dest da

  • rojane
  • 21:28 25 Tîrmeh 2023
  • |
img
MÊRDÎN – Li Nisêbînê li Cadeya Sakaryayê polîsan avêt ser malekê. Tê gotin ku di avêtina ser malê de dengê çekan hatiye û kesek jiyana xwe ji dest daye. 
 
Li Cadeya Sakarya ya taxa Selahadîn Eyubî ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê polîsan avêt ser malekê. Di dema avêtina ser malê de dengê çekan hat û paşê teqînek çêbû. 
 
Tê gotin ku di pevçûnê de kesekî navê wî nehat hînkirin û HPG'î ye, jiyana xwe ji dest daye. Li gor agahiyên bi dest ketin, kesek jî bi birîndarî hatiye binçavkirin. Piştî bûyerê kolan ji çûnhatinê re hat girtin. 
 
Li taxê dorpêça polîsan didome û polîs davêjin ser gelek malan.