Li Wanê leşkerek bi awayek guman mir

  • rojane
  • 10:32 25 Tîrmeh 2023
  • |
img
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wanê hat îdiakirin ku leşkerê bi navê Omer Cînkara ku bi peymanî dixebitî, di encama “qezaya sîlehê” de miriye. 
 
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê daxuyand ku li navçeya Qelqeliya Wanê leşkerê bi peymanî Omer Cînkara miriye. Hat îdiakirin ku Cînkara di encama “qezaya sîlehê” de birîndar bûye û li nexweşxaneya lê dihat dermankirin, miriye.