ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2023'YAN

  • rojane
  • 09:00 25 Tîrmeh 2023
  • |
img

* Zimanzan Samî Tan diyar kir ku ji ber polîtikayên pişaftinê zimanê kurdî di nav nifşên nû de kêm tê axaftin û wiha got: "Hezên demokratîk ku di warê ziman de xebatan dikin û doza vî zimanî dikin divê daxwaza dewletê ya tunekirina ziman di qirika wan de bihêlin."

 
* Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Êlihê Zeynep Odûncû diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê sepandin “Sûcê mirovahiyê ye” û wiha got: “Divê ev bêhiqûqî bi dawî bibe.”
 
* Di doza der barê Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroz Ûysal de biryara beraetê hatibû dayîn. Piştî biryara beraetê dozgeriyê îtiraz kir û serî li Îstinafê da. 
 
* Endamê Rêveberiya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê Okkeş Kava diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gihîştiye asteke din û bang li gel kir ku li dijî tecrîdê rabin. 
 
* Rojnamevan Kurdo Baksî diyar kir ku Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan destvala ji Civîna NATO'yê vegeriyaye û got ku li Swêdê îadekirina kurdan nehatiye nîqaşkirin. 
 
* Şaxa ÎHD'a Îzmîrê rapora têkildarî binpêkirina mafan ên li girtîgehan amade kiriye, dê li avahiyê komeleyê xwe bi daxuyaniyekê eşkere bike. (11.00)
 
* Hevberdekê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin dê komcivîna partiya xwe ya li Meclisê li dar bixe. (12.45)