Bi gaza îsotê êrişî gundiyên Akbelenê kirin

  • rojane
  • 16:34 24 Tîrmeh 2023
  • |
img
MÛGLA - Gundiyên ku bertek nîşanî talankirina Daristana Akbelenê dan. Leşkeran bi gazên îsotê êrişî gundiyan kirin û gelek kes kirin binçavan. 
 
Gundiyên li navçeya Mîlasa Mûglayê bertek nîşanî vekirina kana komirê ya şîrketa Yenikoy-Kemerkoy Enerjî (YK) dan. bi êrişa leşkeran re rû bi rû man. Leşkeran pêşî li girseya ku dixwest ber bi cihê dar têne birîn bigire û bi gaza îsotê êrişî girseyê kirin. Leşkeran gelek kes jî kirin binçavan û di nava kesên hatine binçavkirin de parêzer Îsmaîl Hakki Atal û ji Komîteya Hawîrdorê ya Îkîzkoyê Hasan Yorûlmaz jî hene.  
 
Li aliyê din hat dîtin ku gelek darên kevnare jî hatine birîn.