Di çalakiya piştgiriya ji bo Dayikên Şemiyê de 6 kes hatin binçavkirin

  • rojane
  • 16:16 22 Tîrmeh 2023
  • |
img
DÊRSIM - Polîsên ku mudaxileyî daxuyaniya ji bo piştgiriya Dayik/Mirovên Şemiyê hate lidarxistin kirin, 6 kes binçav kirin. 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Dêrsimê, ji bo piştgiriyê bide Dayikên şemiyê yên dixwestin ber bi Qada Galatasarayê ve bimeşin û her hefte bi astengkirinê tên binçavkirin, xwest li Qada Seyît Riza daxuyaniyê bide çapemeniyê. Polîsên ku Qada Seyît Riza bi hêzên çevîk û wesayîtên zirxî dorpêç kirin, endamên ÎHD’ê astengk kirin. Polîsan qedexeya çalakiyan a ji bo rojekê li bajêr hate îlankirin hincet nîşan dan û mudaxileyî kesên xwestin daxuyaniyê bidin kirin. 
 
Di encama mudaxileyê de Serokê Şaxa ÎHD’a Dêrsimê Gurbuz Solmaz jî di nav de 6 kes hatin binçavkirin.