Leşkerek li başurê Kurdistanê hat kuştin

  • rojane
  • 11:22 22 Tîrmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di şerê li dijî başûrê Kurdistanê de leşkerek hat kuştin. 
 
Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Zapê, Avaşîn û Metinayê yên bi ser başûrê Kurdistanê ve berdewam dikin. Duh li dijî herêman êrişek nû hat destpêkirin. Hat ragihandin ku bombebaran pêk tê û şerên dijwar diqewimin. 
 
Çawişê pispor Enes Kirmizikoç ê di duh di şer de birîndar bûbû, îro mir. 
 
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê têkildarî çawişê pispor daxuyanî da û îdia kir ku perwaneya helîkopterê li Kirmizikoç ketiye û birîndar bûye û li nexweşxaneya lê dihat dermankirin, miriye.