OHD’ê giliyê leşkerên îşkencekar kir

  • rojane
  • 15:19 21 Tîrmeh 2023
  • |
img
AMED - Şaxa OHD’a Amedê derbarê leşkerên tirk ku îşkenceyê li penaberan dikin de gilî kir. 
 
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê derbarê dîmenê ku leşkerên tirk îşkence li penaberan dikin li ser medya dîjîtal belav bû de, gilî kir. OHD’ê xwest derbarê leşkeran de kar û barê qanûnî bê destpêkirin. 
 
OHD’ê serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da û xwest nasnameya leşkeran bê tespîtkirin û ji sûcên “îşkencekirin û muameleya xerab”, “xelkê li kîn û dijminatiyê sor kirine” û “bi xerabî wezîfeyê kirine” lêpirsîn derbarê leşkeran de bê destpêkirin.