ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2023'YAN

  • rojane
  • 09:00 21 Tîrmeh 2023
  • |
img

* Siyasetmedar Yuksel Mutlu diyar kir ku Lozan ji bo jinan tê wateya “sazîbûna pergala baviksalarî” û got: “Em dikarin ji Lozanê bibihûrin, ev girêdayî rêxistinbûyîna me ye. Heke em têkoşîna xwe xurt bikin, wê navê Lozanê jî neyê ser ziman.” 

 
* Li Serêkaniyê 2 polîs hatibûn kuştin. AKP'ê jî piştî vê bûyerê bi "Plana Çokşikandinê" konsepta xwe ya şer xistibû dewrê. Ciwanên ku kuştina 2 polîsên li Serêkaniyê ketibû stuyê wan, behsa senaryoya trajîkomîk kirin. 
 
* Parêzer Esra Bîlen anî ziman ku sererastkirina qanûna înfazê ya di Qanûna Torbeyî de ku girtiyên siyasî nahewîne, li dijî hiqûqê ye û got ku dewlet bi vê sererastkirinê dixwaze heyfê ji girtiyên siyasî bigire. 
 
* Der barê 26 rêveber û endamên HABER-SEN'ê de ku nelirêtiyên li Midûriyeta PTT'ê ya Amedê kirin rojev, lêpirsîna îdarî hat destpêkirin. 
 
* Pirtûkxaneya Gel a Edaletê ya Sincanê ku girtî mehê carekê sûdê jê digirin, parvekirina agahiyên şexsî li girtiyan ferz kir.
 
 * Hunermend Alî Baran ê ji ber muzika kurdî çêdikir bi salan bi zextên dewletê re rû bi rû ma wiha got: “Li Tirkiyeyê zexteke ji ya serdema Kenan Evren bêtir heye. Ya vê dike jî AKP ye. Divê qedexebûna kurdî ya li vê serdemê bê şermezarkirin.”
 
* HDP û Partiya Çepên Kesk dê li navçeya Hezroyê ya Amedê civîna gel li dar bixe. (11.00-17.00)