Namzeta Partiya Çepên Kesk Donmez hate berdan

  • rojane
  • 15:14 19 Tîrmeh 2023
  • |
img
STENBOL - Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Ayten Donmez ku piştî di pêvajoya hilbijartinê de ji aliyê Suleyman Soylû ve hedef hatibû nîşandan, hate berdan. 
 
Ayten Donmez a di hilbijartinên 14’ê gulanê de Partiya Çepên Kesk weke namzeta parlamanteriyê ya Kocaeliyê nîşan da, piştî Wezîrê Karên Hundir ê berê Suleyman Soylû hedef nîşan dabû, pişt re bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” di 26’ê nîsanê de hate girtin. Danişîna ewil a doza derbarê Donmez de hatiye vekirin li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran hate dîtin. Donmez a heta 15 salan cezayê hefsê jê re tê xwestin û parêzerê wê li danişînê amade bûn. 
 
Donmez, anî ziman ku kesa di wêneyên dosyayê de ne ew e û her du kesên din ên di wêneyî de cih digirin jî nas nake. Sonmez bal kişand ku nexweşa penceşêrê ye û xwest were berdan. Parêzerê wê Ozgur Kîp jî bi lêv kir ku Donmez ji ber dişibe kesa di wêneyî de hatiye girtin û daxwaza berdana Donmez kir.
 
BI ŞERTÊ KONTROLA EDLÎ HATE BERDAN
 
Dadgehê, îhtîmala guherîna sûc, dema girtinê û rewşa delîlan li ber çavan girt û derbarê Donmezê de bi şertê qedexeya derveyî Stenbol û welat biryara berdanê da. Dadgehê her wiha biryar da ku doza bi îdiaya “alîkariya rêxistinê” derbarê Donmez de hatiye vekirin, bi vê dosyayê re bibe yek.