ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2023'YAN

  • rojane
  • 09:00 19 Tîrmeh 2023
  • |
img
* Endamê Platforma Edalet Ji Bo Pirsûsê Parêzer Serdîl Îzol diyar kir ku di doza Komakujiya Pirsûsê de kiryarên rasteqîn nehatine darizandin û got ku ew ê bîranîna rêwiyên xeyalan bi pêkanîna edaletê bidin jiyîn. 
 
* Mehmet Ozkan ku kurê wî Ûgûr Ozkan di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku komkujî bi awayekî plankirî hatiye kirin û got: "Dewletê zarokên me kuşt." 
 
* Malbatên ku zarokên wan 8 sal berê di Komkujiya Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan, destnîşan kirin ku têkoşîna wan a edaletê didome û xwestin faîlên rastî yên komkujiyê bên darizandin. 
 
* Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Bedlîsê Semra Çaglar Gokalp ragihand ku gundên Xîzanê bi awayekî ketûber tên bombekirin û got ku li herêmê armanca vê yekê xalîkirina mirovan e.
 
* Li Êlihê civînên gel ên ji nû ve avakirinê bi beşdariyek zêde tên lidarxistin. Welatiyên beşdarî civînan dibin diyar kirin ku divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe û pêşniyaz dikin ku li şûna biryarên navendî divê ji nû ve meclisên gel bên birêxistinkirin. 
 
* Esnafên navçeya Cizîrê ku ji ber krîza aborî nikarin bazirganiyê bikin bertek nîşanî neçareserkirina krîzê dan û gotin: “Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe dê ev krîz jî çareser nebe.”
 
* Civînên gel ên HDP'ê û Partiya Çepên Kesk dê berdewam bikin. (19.30-20.00)