Ji kesên ji bo 20'ê Tîrmehê bang kirin 6 kes hatin girtin

  • rojane
  • 23:08 18 Tîrmeh 2023
  • |
img
STENBOL - 6 ciwanên têkildarê 8'emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê belavok belav kirin û bang kiribûn ku her kes di 20 Tîrmehê de derkeve derve hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
 
Rêxistinên ciwanan, têkildarê 8'emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê belavok belav kirin û bang kirin ku her kes di 20’ê Tîrmehê salvegera Komkujiya Pirsûsê de derkeve derve. Polîsan êrîş bir ser rêxistinên ciwanan û 44 kes bi îşkenceyê binçav kirin. Kesên binçavkirî piştî rojekê îro sewqî edliyeyê hatin girtin. Ji 44 kesên îfade dan 35 jê hatin berdan û 9 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Silhê hatin kirin. 
 
Ji yên sewqê dadgehê hatin kirin Ayşe Belîz Înce, Gamze Toprak, Berkan Devecî, Yasemîn Ebrû Gursoy, Merve Yeşîlyûrt û Alî Taha Saribiyik bi îdiaya "Karê polîsan asteng kirine" hatin girtin.
 
Biryara girtinê, li ber edliyeyê bi berzkirina dirûşmeya "Edalet ji bo Pirsûsê, edalet ji bo her kesî" hat protestokirin.