Heqê rêya Wan-Colemêrgê dîsa hat zêdekirin

  • rojane
  • 15:33 18 Tîrmeh 2023
  • |
img
COLEMÊRG - Heqê rêya navbera Wan-Colemêrgê di nava 10 rojan de cara duyemîn hat bihakirin. 
 
Heqê rêya di navbera Wan-Colemêrgê û navçeyan de dîsa hat bihakirin. Piştî zêdekirina bihayê sotmeniyê heqê rêya di navbera Wan-Colemêrgê de ji 150 lîreyî derxistin 200 lîreyî. Bi vî awayî di salek dawî de bû 5 caran heqê rê tê zêdekirin û di nava 10 rojên dawî de bû cara duyemîn heqê rê tê zêdekirin. 
 
Li gorî zema nû heqê rê wiha ne: 
 
* Wan-Colemêrg: 200 lîre
* Wan-Gever: 200 lîre 
* Wan-Elbak: 100 lîre
* Wan-Xoşeb: 80 lîre
* Wan-Şemzînan: 250 lîre
* Wan-Rûbarok: 300 lîre