Li fabrîqeya MKE’yê de teqîn: 4 kes birîndar bûn

  • rojane
  • 13:28 18 Tîrmeh 2023
  • |
img

ENQERE  - Di teqîna li fabrîqeya MKE’yê ya li Enqereyê de rû da 4 karker birîndar bûn. 

 
Di fabrîqeya Endusriya Makîne û Kîmyayê (MEK) ya li Kayaşa Enqereyê de teqîn rû da. Bi teqînê re di fabrîqeyê de şewat derket. Piştî teqînê tîmên tenduristiyê û agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Şewat belav, daristanê jî bû. 
 
Piştî teqînê karker hatin tehliyekirin. Her wiha tîma Nukleer û Radyasyonê ya Biyolojîk Kîmyasalê ya AFAD’ê jî şandin cihê bûyerê. 
 
4 KARKER BIRÎNDAR BÛNE 
 
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ragihand ku di teqînê de 4 karker birîndar bûne. 
 
Di meha bihûrî de li Fabrîqeya Roket û Teqeemeniyê ya MKE’yê ya li navçeya Elmadaga Enqereyê jî teqînek rû dabû.