Karkerên DEDAŞ’ê ji ber teqîna trafo birîndar bûn

  • rojane
  • 12:29 18 Tîrmeh 2023
  • |
img
AMED - Li navçeya Rezanê kêliya ku karkerên DEDAŞ’ê trafo tamîr dikirin, teqîn çêbû û 2 karkerên DEDAŞ’ê birîndar bûn.
 
Karkerên Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) li ser cadeya Cengîzler a navçeya Rezana Amedê trafoyê ceyranêtamîr kirin. Di kêliya ku trafo dihat tamîrkirin de teqîn çêbû û karkerên DEDAŞ’ê Mazlûm Dîlek û Nurettîn Karabasan ji ber teqînê birîndar bûn. Karkerên ku birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê.