Li Esenyurtê di febrîqeyekê de şewat derket

  • rojane
  • 16:36 6 Tîrmeh 2023
  • |
img
STENBOL  - Li navçeya Esenyurtê di febrîqeyekê de şewat derket. Xebatên vemirandina şewatê berdewam in. 
 
Li Taxa Akçaburgaz a navçeya Esenyurt a Stenbolê di qata 4’emîn a febrîqeyeke hilberandina hilawestekan de şewat derket. Nehat zanîn bê ka şewat ji ber çi derket û gelek komên agirkujiyê li cihê bûyerê hatin veguhestin. 
 
Hewldanên komên agirkujiyê yên ji bo vemirandina şewatê didomin.