Danişîna Beştaş hate taloqkirin

  • rojane
  • 13:21 4 Tîrmeh 2023
  • |
img
AMED - Danişîna doza Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Erziromê Meral Daniş Beştaş hate taloqkirin. 
 
Di nîsana sala 2016’an de bi hevkariya AKP-MHP’ê di Destûra Bingehîn de sererastkirineke demkî hatibû kirin. Li ser vê yekê parêzbendiya Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sêrtê Meral Daniş Beştaş hatibû rakirin û piştre hatibû binçavkirin. Danişîna doza Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Erziromê Meral Daniş Beştaş hate lidarxistin ku bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” tê darizandin. 
 
Danişîn li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Beştaş tev li danişînê nebû lê parêzerê wê Mehdî Ozdemîr amade bû. 
 
Di danişînê de Ozdemîr diyar kir ku muwekîla wê weke parlamentera Erziromê hatiye hilbijartin û dîsa parêzbendî bi dest xistiye. Ozdemîr, xwest ku darizandina Beştaş bê sekinandin. 
 
Şandeya dadgeha nirxandina daxwazê danişîn taloqî 5’ê cotmehê kir.