Şahidê Qetlîama Dêrsimê Hidir Guneş jiyana xwe ji dest da

  • rojane
  • 16:44 30 Hezîran 2023
  • |
img

DÊRSIM - Yek ji şahidên Qetlîama Dêrsimê Hidir Guneş ku li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin, koça dawî kir. 

Yek ji şahid û mexdûrên Qetlîama Dêrsimê Hidir Guneş ê 92 salî ku 10 roj bûn li Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê dihat tedawîkirin, jiyana xwe ji dest dan. 
 
Dapîra Hidir Guneş a ku di 7 saliya xwe de di navbera salên 1937-38'an de li Dêrsimê şahidiya qetlîama ku ji gundê wî 12 welatiyên gundê wî bi çekên giran hatin gulebarankirin jî li ber çavên wî hat qetilkirin. Guneş û malbata xwe 3 meh xwe li daristanê veşartibûn. Malbata Guneş 9 salan li Manîsaya li sirgûnê ma, paşê  vegeriya û li Dêrsimê bi cih bû.
 
Cenazeyê Guneş wê sibê li gundê Kizikê yê navçeya Pulurê bê definkirin.