Rapora binpêkirinên li Girê Spî ve Serêkaniyê: 19 kes hatin revandin

  • rojane
  • 15:42 29 Hezîran 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di rapora têkildarî binpêkirinên dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê de hate gotin ku li Serêkaniyê û Girê Spî 33 kes hatine girtin û 19 kes jî hatine revandin. 

 
Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Vdc-Nsy) têkildarî binpêkirinên dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên di meha hezîranê de li bajarên Girê Spî û Serêkaniyê parve kir. 
 
Li gorî raporê binpêkirin wiha ne: 
 
"* Di encama bombebaranê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
* 33 kes hatin girtin û 17 kes hatin îşkencekirin. 
 
* 19 kes hatin revandin. 
 
* 5 mayin teqiyan.” 
 
Di raporê de her wiha hat destnîşankirin ku di encama îşkence û gulebaranan de yek jê zarok bi giştî 4 kes birîndar bûn, di encama êrişên bejahî û hewayî yên li dijî gundan de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku di navbera komên paramîlîter de 9 caran pevçûn derket û ji roja destpêkê ya êrişan heta niha jî 375 hezar kes ji cih û warên xwe bûne.