Hunermend Hesen Zîrek hat bibîranin

  • rojane
  • 21:06 26 Hezîran 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermend Hesen Zîrek di 51’emîn salvgera koça xwe ya dawî de li Silêmaniyê hat bibîranîn.
 
Li Parka Baxê Giştî ya Silêmaniyê îro danê êvarî , ji bo 51’emîn salvegera koça dawî ya hunermend Hesen Zîrek merasîma bîranînê hat lidarxistin. Merasîma biranînê ji aliyê Komeleya Hunermendên Mîllî, Mala Çandî ya Sofî Kerîm, Çanda Hûnerî ya Dilxwaz û Dezgaha Çapemeniyê ya Geryan hat organîzekirin. Di bernameya bîranînê de stranên Hesen Zîrek hatin gotin.
 
Gelek keseyat û hunermend tev li merasîma bîranînê bûn. Di bîranînê de jiyanameya Hesen Zîrek di merasîmê de hat xwendin û 35 hûnermend û komên ku Zîrek bi bîr anîne hêjayê xelatê Hesen Zîrek hatin dîtin.