100 kesên binçavkirî hatin berdan

  • rojane
  • 12:01 26 Hezîran 2023
  • |
img
STENBOL - 100 kesên di meşa duh a li Stenbolê de bi lêdanê hatibûn binçavkirin, îro hatin berdan.  
 
Endamên rêxistinên LGBT+'iyan duh di çarçoveya “21’emîn Meşa Rûmetê” de duh li Taksîm a Stenbolê û taxên li dora wê meş li dar xistin. Polîsan êrişî girseyê kir û 2 jê zarok bi giştî 100 kes bi lêdanê binçav kirin. Her 100 kes jî piştî karûbarên îfadegirtinê yên li midûriyeta emniyetê hatin berdan.