ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2023’YAN

  • rojane
  • 09:00 25 Hezîran 2023
  • |
img
* Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Ehmed Xoce têkildarî êrişên dewleta tirk ên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û got ku armanca van êrişan civaka demokratîk e.
 
* Erdal Tûncel ku berdana wî 5 caran hatibû taloqkirin, got: "Tevî ku cezayê girtiyan diqede jî bi hincetên li dijhiqûqî nayên berdan. Ji ber vê meriv nikare vê yekê weke 'şewitandina înfazê' pênase bike, ev dîlgirtin e." 
 
* Dayika Emîne ya 74 salî ku di qedexeya derketina derve de mala wê hat hilweşandin û heçar hat hiştin ku di TOKÎ'yan de bijî, bi bertek e û wiha dibêje: “Di avahiya me ya berê de em her roj 10-12 jin dihatin ba hev. Me dixwar û vedixwar. Lê li vir bêhna me teng dibe.” 
 
* Walîtiya Şirnexê  germavên li navçeyên Elkê û Basayê  dan ber firotinê. 
 
* Hat zanîn ku cîgirê şaredarê Êlihê yê bi navê Metîn Gurbuz ku di mirina karker Nûrî Aydin de biqisûr hatibû dîtin hêj jî li ser peywira xwe ye.
 
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 825’an de bidome 
 
* Bernameya vekirina Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneya Jinên Kurd a li Silêmaniyeyê di roja duyemîn de berdewam dike. (10.30)