Der barê îdianameya rojnamevan Orûç de biryara bêrayetiyê

  • rojane
  • 17:35 23 Hezîran 2023
  • |
img
AMED- Îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê rojnamevan Mehmet Şah Orûç de amade kiribû, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Amedê ve bi biryara bêrayetiyê ji Dadgeha Cezayê Giran a Bedlîsê re hat şandin. 
 
Îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê rojnamevan Mehmet Şah Orûç de amade kiribû û ji Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Amedê re şandibû, ji aliyê dadgehê ve der barê wê de biryara bêrayetiyê hat dayîn û nehat qebûlkirin. Dadgehê biryar da ku îdianameya der barê Orûç de ji Dadgeha Cezayê Giran a Bedlîsê re bê şandin. 
 
Der barê rojnamevan Orûç de biryara domandina girtinê hat dayîn.