ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN

  • rojane
  • 09:00 23 Hezîran 2023
  • |
img
* Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroz Uysal bi lêv kir ku ji bo şikandina tecrîda girankirî berpirsyarî dikeve ser milê herkesî û destnîşan kir ku ji bo şikandina tecrîda girankirî divê li her qadê xetên têkoşînê bên birêxistinkirin.
 
* Parêzer Yûnûs Emre Guneş ku tecrîda Îmraliyê wekî "îşkenceya eşkere" pênase kir, bêdengiya baroya rexne kir û bang li baroyan kir ku li dijî pergala îşkenceyê ku peywira wan a sereke ye, rabin. 
 
* Serokkomarê AKP'î Erdogan daxuyandibû ku dê di "12.12.2012 saet di 12.12’an de li Rihayê ava cihokan biherike, lê 3 hezar û 845 roj derbas bûne hê jî av di cihokan re neherikiye. 
 
* Jinan ji bo serdema nû bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinê û gotin ku ew ê rêxistinbûyînê xurt bikin û li dijî êrişan li qadan bin. 
 
* Rêveberiya girtîgehê dermanên Hîlmî Karaoglan nadê. Demarên mêjiyê Karaoglan xitimîne û divê tim dermanan bi kar bîne. 
 
* Xelkê Wanê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî rojavayê Kurdistanê wek berdewamiya “dijminatiya kurdan” nirxandin û bal kişandin ser girîngiya yekitiya kurdan û gotin: “Ji xeynî berxwedanê tu rêyek din nîne.” 
 
* Mexdûrên erdhejê yên Meletî ku zêdetirî 4 meh in di konan de dijîn bi lêv kirin ku pirsgirêka wan a ava paqij hê nehatiye çareserkirin. Mexdûrek erdhejê ji bo konteyner bigire li Kizilayê geriyaye û Kizilayê ji wan pirsa "Hûn xizmên şehîdan in an na?" kiriye.  
 
* Balafirgeha Sêrtê di sala 1998’an de dest bi xizmetê kir û ji wê rojê heta niha her tim dikeve tamîratê. Lewma gelek seferên wê tên betalkirin an jî balafir neçar dimînin ku li balafirgehên bajarên din dadin.
 
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 823’yan de berdewam bike. 
 
* Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê rapora ku têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin amadekiriye dê li avahiya baroyê eşkere bike. (14.30)