Şadiye Manap ji girtîgehê derket

  • rojane
  • 19:15 21 Hezîran 2023
  • |
img

STENBOL – Şadiye Manap ku roja hatibû berdan car din hatibû girtin, piştî 30 salan ji girtîgehê derket. Hevalên wê û xizmên wê, ew bi tilîliyan pêşwazî kirin. 

 
Şadiye Manap ku di 1'ê Kanûna 2022'yan de hatibû berdan û berî ku ji Girtîgeha Gebzeyê ya Jinan derkeve hatibû binçavkirin û di 5'ê Kanûnê de hatibû girtin, piştî 30 salan ji Girtîgeha Kandirayê ya Hejmara 1'ê derket. 
 
Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Kocaeliyê, Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TÛHAD-FED) û gelek jin Manapê pêşwazî kirin. Manap, bi tilîlî û kulîlkan hat pêşwazîkirin.