Li Şirnexê 3 kes hatin girtin

  • rojane
  • 20:02 19 Hezîran 2023
  • |
img
 
 
ŞIRNEX - Li Elkê ji 7 kesên ku hatibûn binçavkirin, 3 kes hatin girtin.
 
 
Li navçeya Elkê ya Şirnexê di 17’ê hezîranê de li gundên Wargundik, Melîxa û Feraşînê welatiyên bi navê Fazil Aslan, Şehmus Aslan, Mazlûm, Aslan, Hecer Aslan, Kerem Abî û Şaban Abo hatibûn binçavkirin. Her 7 kes, piştî îfadeya li midûriyeta polîsan îro sewqî edliyeyê hatin kirin. Fazil Aslan, Cudi Aslan, Kerem Abi û Şaban Abo piştî îfadeya li dozgeriyê bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan. Şehmus Aslan, Mazlûm Aslan û Hecer Aslan jî bi hinceta îfadeya "şahidê nepen" hatin girtin. 
 
Kesên ku hatin girtin şandin Girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T'yê.