Gilînameyên li girtîgeha Rihayê tên îmhakirin!

  • rojane
  • 12:21 19 Hezîran 2023
  • |
img
RIHA - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Rihayê dimînin bal kişandin ser binpêkirinan û diyar kirin ku gilînameyên wan tên îmhakirin. 
 
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a hejmar 1 a Rihayê têkildarî binpêkirinên li girtîgehê ji ajansa me re nameyek şandin. Girtiyan bal kişandin binpêkirinên di rojên dawî de û diyar kirin ku gilînameyên wan tên îmhakirin û ji meqamên peywirdar re nayên şandin. Binpêkirinên ku girtiyan ragihandin wiha ne: 
 
 “* Daxwaza me ya çûna odeya xizmên xwe û hevalên xwe yên ji heman sedemê hatin girtin, tê redkirin. 
 
* Gilînameyên me ji girtîgehê dernakevin. Tên îmhakirin. 
 
* Di dema sewqkirina nexweşxaneyê de sepanên keyfî tên ferzkirin. Dema em qebûl nekin jî nabin nexweşxaneyê. Ser re jî lêpirsînê didin destpêkirin. 
 
* Amûrên me yên tiraşê nadin me. Nahêlin em biçin berber û tiraş bibin. 
 
* Amûrên ku li kantînê tên firotin bi hinceta ‘ev qedexe ne’ tên desteserkirin. 
 
* Ji ber hewayê germ em dixwazin klîmayan bikirin lê li kantînê nayên firotin. 
 
* Hinek hevalên me cezayên wan xelas dibin lê bi hincetên vala nayên berdan. Bi awayekî keyfî înfazên wan dişewitînin. 
 
* Cil û bergên ku malbatên me di dema hevdîtinan de tînin an jî yên bi kargoyê tên şandin, nadin me. 
 
* Ev sepan jî bi destê dozgeriyê girtîgehê tên kirin. Dema em li cem wî gilî dikin an jî gilînameyan didin wî, naşîne.” 
 
Girtiyan bang li rêxistinên hiqûqê û hemû derdorên demokrat kirin ku bikevin nava liv û tevgerê û piştevaniyê bidin.