Li Geverê 5 kes hatin binçavkirin

  • rojane
  • 23:48 18 Hezîran 2023
  • |
img
COLEMÊRG - Hat zanîn ku li Geverê di serdegirtinên malan de 5 kes hatin binçavkirin.
 
Li gundên Bilindbasan û Birdik ên bi ser navçeya Geverê ya Colemêrgê û li navenda navçeyê polîs û leşkeran avêt ser malan û 5 kes kirin binçavan. Hate zanîn ku P.B, H.B, M.E.S, S.F û kesekî navê nehatiye zelalkirin bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kirine" hatin binçavkirin. Ji bo îfadeyê bidin li Midûriyeta Polîsan a Geverê tên ragirtin. 
 
Tê payîn her 5 welatî piştî karûbarên îfadeyên li emniyetê sewqî dozgeriyê bên kirin.