Dr. Îlkan Dîken li ser gora xwe hat bibîranîn

  • rojane
  • 14:21 17 Hezîran 2023
  • |
img
AMED - Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê yê berê Îlhan Dîken di salvegera 9’emîn de li ser gora xwe hat bibîranîn. 
 
Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê yê berê Dr. Îlhan Dîken di salvegera wefata xwe ya 9’emîn de li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoyê ya Amedê hat bibîranîn. Malbata Dîken, rêveber û endamên Odeya Bijîşkan a Amedê, Semsûrê û Stenbolê, nedamên Yekitiya Bijîşkan a Tirk, endam û rêvegerên Şaxa SES’ê ya Amedê tev li bîranînê bûn. 
 
Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran di bîranînê de axivî û da zanîn ku Îlhan Dîken tu demê dest ji helwesta xwe ya welatparêziyê berneda û ew ê lis er şopa Îlhan Dîken xebatên xwe yên xizmeta tenduristiyê berdewam bikin. 
 
Sekreterê Giştî yê TTB’ê Vedat Bûlût jî Îlhan Dîken bi bîr anî û ew her tim li ber neheqiyan rabû û her tim pirsgirêkên gel dianî ziman û wê têkoşîna wî bidomînin. 
 
Beşdaran qerenfîl danîn ser gora Dîken û bername bi dawî bû.