Polîsan bi ser Nûnertiya HDP’a Şîşliyê de girtin

  • rojane
  • 11:44 17 Hezîran 2023
  • |
img
STENBOL - Polîsan duh bi şev bi ser Nûnertiya HDP’a Şîşliyê de girtin. 
 
Polîsan duh bi şev bi ser Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şîşliyê de girtin. Di serdegirtina ku kes nebû de polîsan deriyê nûnertiyê şikandin û wisa ketin hundir. 
 
Hinceta serdegirtina nûnertiyê ku 3 saetan lêgerîn lê hate kirin weke “çalakiya korsan dê bê kirin” hate nîşandan û dest danîn ser pirtûk, flama û pankartan. 
 
Li aliyê din têkildarî serdegirtinê Hevserokê HDP’a Şîşliyê Alî Bal ji bo îfadeyê vexwendin dozgeriyê.