Cîgirê midûr ê dest avêt xwendekaran car din nehat girtin

  • rojane
  • 20:55 15 Hezîran 2023
  • |
img
 
 
ŞIRNEX- Danişîna Cîgirê Midûr Bûrak Ercan ku li Cizîrê ji ber destavêtina li 43 xwendekaran tê darizandin, careke din hat taloqkirin. 
 
Cîgirê Midûr Bûra Ercan ku li navçeya Cizîr a Şirnexê dest avêtibû 43 xwendekaran, îro cara 6'an bi sûcê "destavêtinê"ê li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Cizîrê derket pêşber, dadger. Parêzera Wezareta POlîtîkayên Malbat û Civakê, Komîsyona Mafên Zarok û Jinan a Baroya Şirnexê, bersûc Bûrak Ercan û parêzerê wî jî bi rêya SEGBÎS'ê tevlî dnaişînê bûn. 
 
Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Di danişînê de ewilî xwendekarên mexdûr axivî. Xwendekaran gotin ku ew dozdar in û xwestin daxilî dozê bibin. 
 
Piştî îfadeyan parêzerên mexdûran axivîn û xwestin bersûc bê girtin. 
 
Bersûc Ercan jî îdia kir ku zor li mexdûran tê kirin îfadeyê bidin û doza beraetê kir.
 
Paşê heyeta dadgehê navber da danişînê. Piştî navberê heyeta dadgehê daxwaza ji bo girtina Ercan red kir û danişînê taloqî 3'yê Cotmehê kir.