Cenazeyê Ozdemîr li Milazgirê hate veşartin

  • rojane
  • 14:25 15 Hezîran 2023
  • |
img
AMED - Cenazeyê endamê HPG’ê Samî Ozdemîr ê li navçeya Licê di şer de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbata wî ve hate wergirtin û birin Mûşê. 
 
Li mezrayên Hemza û Antîxan ên gundê Barah ê navçeya Licê ya Amedê di şerê ku 8’ê hezîranê derketî de endamên HPG’ê Samî Ozdemîr (Xemgîn Melezgirt) û Umît Korkmaz (Bahoz Farqîn) jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên her du endamên HPG’ê rakiribûn Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Amedê. 
 
Malbata Ozdemîr a li gundê Hesenpaşa yê girêdayî navçeya Milazgir a Mûşê rûdine, ji bo cenaze teşhîs bikin beriya 4 rojan hatibûn Amedê û ji bo testa DNA’yê mînakên xwînê dabûn. Piştî ku encama DNA’yê ji hev girtin, malbata di saetên serê sibê de hate ber deriyê ATK’ê, cenazeyê Ozdemîr wergirt. 
 
Cenazeyê Ozdemîr ji bo bê veşartin ber bi gundê Hesenpaşa yê girêdayî Milazgir a Mûşê bi rê ket. 
 
CENAZEYÊ KORKMAZ HATE VEŞARTIN 
 
Hate hînbûn ku cenazeyê Umît Korkmaz ê di heman şerî de jiyana xwe ji dest dayî jî di 10’ê hezîranê de ji aliyê malbata wî ve hate wergirtin û li Farqînê hatiye veşartin.