Li Hezexê cenazeyên 2 ciwanên winda hatin dîtin

  • rojane
  • 14:13 15 Hezîran 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Li navçeya Hezekê 2 ciwan winda bûbûn û cenazeyên ciwanan li Çiyayê Spî hatin dîtin. 
 
Ciwanên bi navên Ferhat Şanli (22) û Îdrîs Alptekîn (25) di 11'ê hezîranê de ji navçeya Hezex a Şirnexê ji bo danûstandinê bi motorsîkletê ber bi navçeya Cizîrê ve ketibûn rê û winda bûbûn. Tevî hemû hewldanan jî tu agahî ji ciwanan nedihatin girtin û li ser vê yekê malbatan serlêdan kirin ku zarokên wan winda bûne. Cenazeyên her du ciwanan 4 roj piştre li Çiyayê Spî hatin dîtin. 
 
Cenazeyên ciwanan ji bo karûbarên otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. 
 
Der barê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.