Leşker û gardiyanan malzemeyên girtiyan şikandin

  • rojane
  • 10:37 15 Hezîran 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Remzî Bayram ê li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tê ragirtin, da zanîn ku leşker û gardiyanan bi ser qawişa wan de girtine û hin malzemeyên wan şikandine hin jî desteser kirine. 
 
Binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê berdewam dikin. Remzî Bayram ê 24 sal in girtîye û niha li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tê ragirtin di 14’ê hezîranê de bi telefonê bi malbata xwe re axivî û binpêkirinên li girtîgehê tên jiyîn ragihandin. Bayram, da zanîn ku leşker û gardiyanan di 13’ê hezîranê de bi ser qawişa lê dimînin de girtine û hin malzemeyên wan şikandine, hin desteser kirine û qawiş ser û bin kirine. 
 
Bayram ê bal kişand ser zextên li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê, banga hestiyariyê kir. Malbata Bayram jî diyar kir ku zextên li dijî girtiyan tên kirin nayên qebûlkirin û xwest dawî li pêkanînên keyfî bên anîn. Malbatê banga hestiyariyê li raya giştî, sazî û parazvanên mafên mirovan kir.