Ji bo zarokan şahiya bafirokan

  • rojane
  • 21:01 14 Hezîran 2023
  • |
img
 
 
AMED - Çend Komeleyên Amedê ji bo zarokan bernameya firandina bafirokan li dar xistin.  
 
Ma Muzîk, Zarok Ma, Meclisa Jinan a Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) û Komeleya Berî Her Tiştî Zarok li Kirklardaxiyê bi gotina “Bafiroka xwe bigire û were” ji bo zarokan bernameya firandina bafirokan li dar xistin. Bername rastî eleqeyeke mezin hat û gelek malbat tevî bi zarokên xwe tev li şahiyê bûn. Malbat û xebatkaran ji bo zarokan bafirok çêkirin, bi hev re bafirok firandin. Kelecana zarokan û malbatan hêjayê dîtinê bû. 
 
Bername sê çar saetan dewam kir.