Siyasetmedar Ferîdûn Yazar li ser gora xwe hat bibîranîn

  • rojane
  • 12:15 12 Hezîran 2023
  • |
img
RIHA - Malbat û hevrêyên siyasetmedarê kurd Ferîdûn Yazar di salvegera 7'emîn a koça dawî de li ser gora wî ew bi bîr anîn. 
 
Endamê sazumankar û serokatiya Giştî yê Partiya Kedê ya Gel (HEP) Ferîdûn Yazar di salvegera 7’emîn a koça dawî de ji aliyê hezkirî, hevre û malbata xwe ve li ser gora xwe ya li gundê Ordagaçûk a navçeya Hewagê ya Rihayê hate bibîranîn. Di bîranînê de endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çepên Kesk ên Rihayê, Dayikên Aştiyê yên Rihayê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Rihayê, Meclisa Ciwananan a HDP'ê ya Rihayê û şêniyên Ordagaçûkê ku gundê Yazar e tev li bîranînê bûn. 
 
Di bîranînê de Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Halîliyeyê Muslum Aslan axivî û bi lêv kir ku Ferîdûn Yazar rêya wan a têkoşînê ronî dike û got ku Yazar hem ji aliyê siyasî ve hem jî ji aliyê helwestê ve keseyatek pêkhener bû. 
 
‘PÊŞENGÊN DOZÊ RÊYA ME RONÎ DIKIN’ 
 
Piştrê jî keça Ferîdûn Yazar û di heman demê de jî Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Navçeya Karakupruyê Rehşan Yazar axivî. Yazar diyar kir ku ew ne tenê bavê xwe di heman demê de pêşengek têkoşîna azadiya gelê kurd bi bîr tîne û got: "Bavê min û yên weke bavê min ên pêşengên vê dozê rêya me ronî dikin. Em jî hewl didin layiqê mîrateya wan bin."
 
Piştî axaftinan girse qerenfîlan danîn ser gorê û bernameya bîranînê bi xwendina fatîhayan bi dawî bû.