Li Mûşê bi ser malan de girtin

  • rojane
  • 11:25 12 Hezîran 2023
  • |
img
MÛŞ - Li Mûşê di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Li navend û navçeyên Mûşê polîsan di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin. Hate diyarkirin ku herî kêm 18 kes hatine binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin, li Miduriyeta Polîsan a Bajêr tên ragirtin. 
 
Hate diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin bi tevlibûna merasîma cenazeyê hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) ê di êrişa çekdarî ya li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya di 23’yê kanûna 2022’yan de li Parîsê hate qetilkirin, tên sûcdarkirin.