Erzirom bi pileya 4,6’ê hejiya

  • rojane
  • 11:34 11 Hezîran 2023
  • |
img
ERZIROM – Li Erziromê bi pileya 4,6’ê erd hejiya. 
 
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) bi daxuyaniyekê ragihand ku li Erziromê bi pileya 4.6 erdhej çêbûye. Hat diyarkirin ku erdhej 7.4 kîlometreyan di bin erdî de çêbûye. Têkildarî ziyanên canî û madî heta niha tu agahî nehatine parvekirin.