Bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Panosê dan

  • rojane
  • 16:16 10 Hezîran 2023
  • |
img
AGIRÎ - Hevserokê HDP’a Panosê Rifat Bedîr ê bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Panosê da, bi gotina “Ne hiqûqî ye ku berpirsyarên şîrketa taşeron a li şaredariyê li hevşaredaran bê barkirin” banga berdana wan kir. 
 
Hevşaredarên Navçeya Panosê ya Agiriyê Muşerref Geçer û Emrah Kiliç û Midûrê Çavkaniya Mirovan Ûgûr Laçîn pêr di saetên serê sibê de hatibûn binçavkirin û hêj di bin çavan de ne. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Panosê têkildarî binçavkirinan li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. 
 
‘BINÇAVKIRIN NE HIQÛQÎ NE’ 
 
Hevserokê HDP’a Panosê Rifat Bedîr ê di daxuyaniyê de axivî, anî ziman ku binçavkirin bêhiqûqî ne û wiha got: “Ne hiqûqî ye ku berpirsyarên şîrketa taşeron a li şaredariyê li hevşaredaran bê barkirin. Bêyî ku hevşaredarên me bên binçavkirin jî îfadeya wan dikarî bê wergirtin. Ev rewş ne exlakî û hiqûqî ye. Em ê her tim daxwaza xwe ya demokrasî û hiqûqê biqîrin. Em dixwazin demildest hevserokên me bên berdan.”
 
Li aliyê din tê payîn ku hevşaredarên di bin çavan de roja duşemê derxînin dozgeriyê.