Sercerdevanê ku tundî li hevjîna xwe kir mir

  • rojane
  • 14:15 9 Hezîran 2023
  • |
img
AMED - Sercerdevanê ku tundiyê li hevjîna xwe kir û ji aliyê zarokek xwe ve hat birîndarkirin, mir. 
 
Kayayê gundê Heydera Jorîn a bi ser navçeya Gêlê ya Amedê ve û sercerdevan Selahattîn Umay hewl da hevjîna xwe E.U., qetil bike. Bûyer duh êvarê qewimî. Hat diyarkirin ku sercerdevan bi awayek sîstematîk tundiyê li E.U., dikir û duh bi amûrek birînê êriş kiriye. 
 
Zarokê/a 13 salî ji bo dayika xwe biparêzer bi sîlehê gule berda bavê xwe û ew birîndar kir. Sercerdevanê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erxeniyê û E.U., jî ji bo tedawiyê birin nexweşxaneyê. 
 
Sercerdevanê birîndar ku rakiribûn nexweşxaneyê, mir. Tedawiya E.U., jî li nexweşxaneyê berdewam dike. 
 
Kar û barê binçavkirina zaroka/ê 13 salî ku hatibû binçavkirin jî didome.