Li Cizîre gelek kes hatin binçavkirin: Polîsan tundî li welatiyan kir

  • rojane
  • 11:31 9 Hezîran 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê polîsan avêt ser gelek malan û bi dehan kes kirin binçavan. 
 
Li taxa Cudî û Nûrê yên navçeya Cizîra Şirnexê polîsan serê sibehê avêt ser gelek malan. Di encama serdegirtina malan de welatiyên bi navê Serhat Çagli, Abidin Kuçuk, Mehmet Çagdavul, Remzî Dadak û gelek kesên ku navê wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. Kesên ku hatine binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Cizîrê. Sedemê binçavkirina welatiyan nehat zanîn. 
 
Di dema serdegirtina malekê de malbat dîmen digirin. Di dîmen tê ditin ku polîs tundiyê li zarokan dikin û malbat jî li dijî vê derdikevin bertek nîşanî vê yekê didin. Malbata ku nêrazîbûn nîşan dide jî bi tundiya polîsan re rûbirû dimîne.