Di êrişa Tirkiyeyê de agir bi kampa Eyn Îsayê ket

  • rojane
  • 18:52 7 Hezîran 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk û komên girêdayî wê êriş birin ser Kampa Eyn Îsa ya berê. Di êrişê de agir bi kampê ket. 

Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), dewleta tirk û komên girêdayî wê, rêya M4 û Kampa Eyn Îsa ya berê bi çekên navîn topbaran kirin. Di topbaranê de agir bi kampê ket û ji ber topbaranê tîmên agirkujiyê nikarin xwe bigihînin cihê agir pê ketiye.