Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin

  • rojane
  • 10:11 7 Hezîran 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Li Cizîrê di serdegirtinên malan de 2 kes hatin binçavkirin. 
 
Li navçeya Cizîr a Şirnexê di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de hate girtin. Piştî lêgerîna li malan hate kirin welatiyên bi navê A.R. û M.R. hatin binçavkirin. 
 
Hate diyarkirin ku 2 kesên hinceta binçavkirina wan nehate zanîn, birine Fermandariya Cendermeyan a Cizîrê.