Qeyûm navê parka kurdî da jêbirin

  • rojane
  • 17:00 3 Hezîran 2023
  • |
img
MÊRDÎN - Şaredariya Nisêbînê ya di bin rêveberiya qeyûm de ye, navê kurdî yê bi navê “Parqa Kader Ortakkaya” ku ji bo bîranîna Kader Ortakkaya ya li ser sînorê Kobanê hate qetilkirin hatibû çêkirin, da jêbirin. 
 
Navê kurdî yê li “Parka Xwişk û Biratiyê ya Kader Ortakkaya” ya li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi fermana qeyûmê şaredariyê Ercan Kayabaşi ve hate jêbirin. Personelê şaredariyê navê “Parqa Kader Ortakkaya” ya li ser deriyê ketinê yê kevir ê parkê hatibû nivîsandin bi makîneyan jê bir. Hate îdiakirin ku navê parkê jî hatiye guhertin û têkildarî jêbirina nav tu daxuyanî nehatin dayîn. 
 
KADER ORTAKKAYA 
 
Di 6’ê Mijdara 2014’an de di çalakiya nobetê ya li sînorê Pîrsûsê yê Rihayê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê di sala 2014’an de Kader Ortakaya di encama gulebarana bi çeka kînetîk a zêde ya ji aliyê Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest da. Kader Ortakkaya ya xwendekara Lîsansa Bilind a Zanîngeha  Marmarayê bû di heman demê de endama Partiya Azadî ya Civakî (TOP) bû. 
 
Şaredariya Nisêbînê ya di bin rêveberiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de ji bo bîranîna Ortakkaya di hezîrana 2015’an de li rex Pira Bexda ya Dîrokî li qada 4 hezar metrekare “Parka Xwişk û Biratiyê ya Kader Ortakkaya” ava kiribû.