Di du rojan de 52 caran êriş pêk hatin

  • rojane
  • 15:53 23 Nîsan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Tirkiyeyê bi çekên qedexe, 4 caran bi balafirên şer û 47 caran jî bi obus, hewan, tank û çekên giran bombe kir.
 
Li gorî nûçeya ANF'ê ku cih daye daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ev agahî hatine parvekirin:
 
"Li herêma Zapê;
 
22’ê Nîsanê saet 14.10’an artêşa tirk a dagirker bi çekên giran êrişî Qada Berxwedanê Girê Cûdî kir. Hêzên me ji bo parastina xwe bersiv dane û di encamê de şer qewimî.
 
Êrişên ku artêşa tirk a dagirker bi çekên qedexe pêk anîn;
 
22’ê nîsanê çeperên me yên li Sîdayê bi çekên qedexe carekê hatin bombekirin.
 
Êrişên ku artêşa tirk a dagirker pêk anîn;
 
22’ê nîsanê Girê Cûdî û Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û derdora gundê Sêgirê yê li Qada Berxwedanê Girê Amediyê bi balafirên şer 4 caran hatine bombekirin.
 
21 û 22’ê nîsanê Qadên Berxwedanê Girê FM û Girê Cûdî û çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê 47 caran bi obus, hewan, tank û çekên giran hatiye bombekirin."