Li Hemayê di mehekê de 54 kes hatin kuştin

  • rojane
  • 11:23 23 Nîsan 2023
  • |
img
AVENDA NÛÇEYAN - Di meha nîsanê de di êrişên DAIŞ`ê de û ji ber mayinên bermahiyên şer, li Hemayê 54 kes hatin kuştin.
 
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji destpêka nîsanê ve di encama êrişên DAIŞ`ê û bermahiyên şer de li Hemayê 36 sivîl û 18 leşker hatine kuştin.
 
Hikumeta Şamê hê jî pirsgirêka mayinên ji bermahiyên şer ku dibin sedema mirina bi dehan welatiyan, çareser nake. Her wiha nikare şaneyên DAIŞ`ê yên li çolistanê ku dem bi dem li dijî welatiyan êrişan pêk tînin, tune bike.