Partiya Çepên Kesk li Semsûrê cejna mexdûrên erdhejê pîroz kir

  • rojane
  • 16:51 22 Nîsan 2023
  • |
img
SEMSÛR - Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Semsûrê bi boneya Cejna Remezanê tevî namzetên parlamenteriyê çû serdana mexdûrên erdhejê yên li konbajaran û gundan dijîn. 
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Semsûrê bi boneya Cejna Remezanê tevî namzetên parlamenteriyê yên bajêr Alî Kenanoglu, Îzzet Karadag, Yuksel Yucedag, Bulent Çinar û Meryem Çerîtlî çû serdana mexdûrên erdhejê yên li konbajarên Taxa Nû, Bînevler a navendê û şêniyên gundên navçeya Tûtê û gundên navçeya Çêlikanê. 
 
Şande ji hêla welatiyan ve bi keyfxweşiyeke mezin hate pêşwazîkirin. Welatiyan di serdanê de gilî û gazinên xwe parve kirin. Şandeyê jî soz da ku dê ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan tişta ji destê wan tê bikin. 
 
Di heman demê de şande li konbjaran çû şînê û sersaxî ji malbatê re xwest.